Guzel: Partiya Çepên Kesk bi kedkarên tenduristiyê re ye

Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Erdal Guzel ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP'ê sîstema tenduristiyê xistiye nava kaosê û got, "Partiya Çepên Kesk bi kedkarên tenduristiyê re ye."

Erdal Guzel ku di Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) de salên dûr û dirêj kar û rêveberî kiriye, anî ziman ku kedkarên tenduristiyê daxwaza jiyaneke mirovî dikin.

Erdal Guzel ku ji Stenbolê namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk e ji ANF'ê re axivî. Erdal Guzel 22 salan li sektora tenduristiyê kar kir, demeke dirêj Hevserokatiya Şaxê Anatoliyê yê SES'ê kir ku ser bi Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê ye. Guzel ragihand ku di dema desthilatdariya AKP'ê de gelek zorî li kedkarên tenduristiyê hate kirin û bal kişand ser cihê kariya AKP'ê ya li hemberî karmendên ne ji xwe. Guzel diyar kir ku desthilatdariyê tenduristî kiriye bi pere û sîstema tenduristiyê ya giştî bi temamî guhertiye.

'DESTHILATDARIYÊ MIRIN LI SER KARKERÊN TENDURISTIYÊ FERZ KIR'

Erdal Guzel got, "Me dît ku projeyên veguherîna di tenduristiyê de çîrok e, bi esasî têkiliyeke li ser pereyan e, hewl hatiye dayin ku karkerên tenduristiyê, karkerên cemaweriyê bêrêxistin bihêlin, bi tenê bihêlin û bi vî rengî biqedînin. Di vê mijarê de me çalakiyên bi bandor kirin. Ev yek bi taybetî di dema Covîdê de hate dîtin. Mirin li ser xebatkarên tenduristiyê hate ferzkirin. Nêzî 180 hevalên me di wê demê de jiyana xwe ji dest dan. Ji bilî wê têgihiştina civakê ya li ser tenduristiyê hate têkbirin û kir ku êrîşî kedkarên tenduristiyê bikin, zextê li wan bikin. Ev jî tiştekî bi tenduristiyeke baş nîne. Ji ber ku sîstema tenduristiyê di dema şer de jî qadeke pîroz e. Teqez li vê derê tundî nabe. Lê belê rewşeke berevajî hate serê me. Me berdêlên cidî dan. Li aliyê din zor û zehmetiyên aboriyê hebûn. Bi pereyê ku me werdigirt, jiyana pê, paşeroja pê zehmet bû. Li aliyê din li ser rêxistiniya me bi taybetî jî sendîkabûyînê zextên cidî kirin."

'SÎSTEMA TENDURISTIYÊ XISTIN NAVA KAOSÊ'

Guzel destnîşan kir ku nexweşxaneyên bajêr di rastiya xwe de febrîqekirina sîstema tenduristiyê, dûrxistina mirovan e û got, sîstem niha xitimî ye, randevû piştî 4 mehan tê dayin, AKP'ê sîstema tenduristiyê bi temamî xistiye nava kaosê.

'KURDÎ DI SÎSTEMA TENDURISTIYÊ DE TUNE TÊ HESIBANDIN'

Guzel destnîşan kir ku li dijî veguherîna kapîtalîst a di tenduristiyê de, Partiya Çepên Kesk baweriya xwe bi jinûve avakirina tenduristiya civakî tîne, divê mafê pîşeyî yên kedkarên tenduristiyê radestî wan bêne kirin û got, "Di nava gel de pirsgirêkeke bi vî rengî heye; bi taybetî mirovên ku bi Kurdî diaxivin nikarin bi zimanê xwe yê dayikê xizmetê werbigirin. Niha di xizmeta tenduristiyê de bi 30 zimanan xizmet tê dayin, lê belê bi Kurdî nayê dayin. Mirov dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde, xizmeta tenduristiyê, xizmeta cemaweriyê werbigire. Lê belê berevajî vê yekê zext heye, tune tê hesibandin. Em ê vê biguherînin."